Danîşîna Leyla Guven, parlamentera HDPyê ya ku 24ê Hezîranê ji Colemêrgê hatibû hilbijartin, li 9em Dadgeha Cezayên Giran a Amedê berdewam kir. Heyeta dadgehê daxwaza tehliyeya Guvenê qebûl nekir.
Leyla Guven, Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) îro li 9emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat dadgehkirin ku 24ê Hezîranê ji Colemêrgê weke parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hatibû hilbijartin.
Heyeta dadgehê daxwaza tehliyeya Guvenê qebûl nekir ku ji ber girtî ye nekarîbû sonda parlamenteriyê bixwe. Dadgehkirin wê 4ê Çiriya Paşiyê berdewam bike.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin