Çeteyên artêşa Tirk 10 welatî ji gundê Kobaka yê girêdayî navçeya Mabata yê kantona Efrînê revandin û bi hinceta kontrolkirinê mal û milkên wan talan kirin.
Çavkaniyekî ji gundê Kobaka ji ajansa ANHA`yê re ragihand ku çeteyên cîhadiyên ser bi artêşa Tirkiyeyê ên bi navê Tabûra Lîwa El-Şemal û El-Cebha El-Şamiyê beriya niha bi du rojan careke din êrîşî gund kir û 10 welatiyên gund bi hinceta ku çek li gel wan hene, revandin. Herwiha bi hinceta kontolkirinê jî mal û milkên welatiyan dizîn û telefonên şêniyên gund jî jê standin.
Beriya du rojan jî 4 welatiyên heman gundî ji aliyê çeteyên artêşa tirk ve hatin revandin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin