Tirkîye, roja Duşemê bi sondxwarina Recep Tayyîp Erdogan, dawî li sîstema parlamenterî anî û Erdogan bû serokê yekê ya sîstema hikûmeta serokomarî.
Li gor nûçeyeke voa Siyasetvan Bayram Bozyel dibêje ku sîstema nû li gor nêrîna ku Kurdan weke gef dibîne, hatiye ava kirin.
“Sîstema nû ti xêr nade Kurdan û Tirkan jî. Ev sîstem nikare pir bimeşe jiber ku Tirkiye welatekî pir rengî ye û berê gel li welatên rojava ye.”
Bozyel dibêje ku seramonîya seroktî û sîyaseta wê ya dema nû dişibe hev jiber ku ev merasîm wekî ku padîşahek were ser desthilatê hat bi rêve birin.
Bozyel îdia dike: Erdogan, kesên ku li ber wî nikarin dengê xwe bilind bikin, kirine wezîr.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin