Li bajarê Sineyê zêdetir ji 20 welatiyan canê xwe ji dest da

jiber lihev dana pas û tankerê bûyer çê bûye
کوردستان TV
100%

Dohê bi şev di encama bihevdana paseke rêviyan û tankereke veguhastina petorlê li bajarê Sine ya li Rojhilatê Kurdistanê de,22 welatî canê xwe  ji dest dan.

Di vê derbarê de jêderên herêmî diyar kirin ku bûyer li bajarê Sineyê di navbera paseke riviyan û tankereke veguhastina petrolê  de qewmiye û di encam de her du tirimbîl agir girtine.

Jêderên herêmî behsa vê yekê kirin  ku di nava pasê de hijmareke zêde rêvî hebûne û di encama bûyerê de 22 ji wan rêviyan jiber agir pêketinê canê xwe ji dest dane.

Herwiha hate gotin ku çend welatiyên din jî birîndar bûne.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.