Îro Serokwezîrê Kurdistanê gehêşte Holendayê.
Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi serdaneke fermî gehêşte Holendayê û ji aliyê rayedarên vê welatî ve hate pêşwazîkirin.
Piştî merasîma pêşwaziyê, Serokwezîrê Holendayê Mark Rutte jî pêşwaziya Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kir û civiyan.
Di civînê de behsa rewşa Îraqê, têkiliyên navbera Kurdistanê û Holendayê, rewşa penaberan û şerê dijî terorê hate kirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin