Li Rojavayê Başûrê Kerkûkê li dijî rêxistina terorî IŞÎDê operasyon hatin kirin. Di encama operasyonan de 6 çeteyên IŞÎDê hatin kuştin.
Li gor nûçeyeke Peyamakurd di derbarê operasyonan de fermandarê Polîsên Federal yê Iraqê Raid Cevded daxuyaniyeke nivîskî da. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: Li Rojavayê Başûrê Kerkûkê li dijî rêxistina terorî IŞÎDê operasyon hatin kirin. Di encama operasyonan de 6 çeteyên IŞÎDê hatin kuştin û 15 kesên şikdar hatin girtin û 5 trempêlên wan jî hatin îmhakirin.
Cevded wiha berdewam kir: Hêzên federal 48 bombeyên IŞÎDê îmha kirin. 24 tûnêl û cihên perwerdehiyê xirakirin û dest danîn ser mumîmmatên wan.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin