Di merasîma destpêkirina sîstema Serokkomariyê de ji serokên ku hatine vexwendin 17 serok bersiva beşdariyê dan. Ji Yekîtiya Ewropayê wê tenê ji Bûlgaristanê beşdarî merasîmê bibin.
9ê Tîrmehê roja duşemê wê li Parlamentoyê Serokomar Recep Tayyîp Erdogan saet 16.00ê sond bixwe. Paşê li Beştepeyê, li Koşka Serokomariyê wê merasîma desptîkirina “Sîstema Hikûmetê ya Serokomariyê” çêbibe.
Ji bo beşdariya gelek serokên dewletan hatine vexwendin. Heta niha 17 serokên dewletan, 8 serokwezîran û serokên parlamentoyan ragihandine ku ew ê beşdarî merasîmê bibin.
Li gorî nûçeya ku rojnameya Yenî Şafakê ji çavkaniyên serokomariyê standiye, hin welatên ku wê beşdarî merasîmê bibe ev in:
Venezuela, Bosna Hersek, Qibrisa Bakur, Qezakistan, Makedonya, Gîne Somalî, Zambiya, Bûlgaristan, Gurcistan, Pakistan, Qirgizistan û Ûkrayna.
Serokomar Erdogan piştî merasîmê wê şîvê bide nûnerên welatan.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin