SOHR: Li Başûrê Rojhilata Sûrîyê 130 sîvîl hatin kuştin

ji aliyê rejîma sûriyeyê ve hatine kuştin
کوردستان TV
100%

Li başûrê rojhilata Sûrîyê pevçûnên di navbera Artêşa Sûriyê û serhildayan de gurtir dibin.

Li gor nûçeyeke voa Artêşa Sûrîyê, ku du hefteyên berê li herêma Deraa dest bi operasyonê kiribû, bi hevkarîya Rûsya êrîşan li dar dixîne.

Ajansên çavdêrîyê didin zanîn ku serhildayan heta niha bi kêmî ve 10 cîh dane destê rêvebiriya Sûrîyê.

Çavdêriya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) dîyar kir ku di pevçûnan li herêma Deraa de bi kêmî ve 130 sîvîl hatine kuştin.

Rêvebiriya Esad, di meha Nîsanê de serhildayên li Gutaya Rojhilat têk biribûn û bo kontrola temamê herêmê bi dest xistîne du hefteyên berê dest bi operasyonên nû kiribû.

Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku 270,000 kes ji herêma Deraa derketine û ber bi sînorê Urdunê û Girên Golanê yên di bin kontrola Îsraîlê de çûne.

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.