HPG: Li Gever 20 leşkerên Tirk hatin kuştin

ev amara 3 rojan şer û pevçûnane
کوردستان TV
100%

Gêrîlayên HPG li herêma Oremarê ya Gever a Colemêrgê çalakiyek bi bandor li dijî karwanekî leşkerî pêk anî. Navenda Ragîhandina HPG'ê diyar kir ku di encama çalakiyê de zêdeyî 20 leşkerên Tirk hatine kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir ku di 2'ê Tîrmehê saet di 00:10'an de li herêma Oremarê ya navçeya Geverê ya Colemêrgê, li dijî konvoyek artêşa Tirk a  ber bi navenda navçeya Geverê ve diçû, li qada Geliyê Doskî çalakiyek hatiye kirin.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku gule li hemû wesayitên di konvoyê ketin. Di encamê de 2 wesayitên bi tîpa kîrpî bi temamî hatin rûxiyan, yekê jî derbên giran xwar.

Di daxuyaniyê de hate gotin, bi qasî ku hate zelalkirin, di çalakiyê de 20 leşkerên Artêşa Tirk a dagirker hatin kuştin. Artêşa TC a dagirker piştî çalakiyê bi çekên giran li derdorê reşand."

Navendê diyar kir ku balafirên şer ên artêşa Tirk 1 û 2'ê Tîrmehê bombe li Herêmên Parastinê yên Medyayê barandine û li ser mijarê ev agahî da:

1'ê Tîrmehê saet 02:00, balafirên şer bombe li qada Cîlo yê biçûk ê li herêma Zapê barandin.

2'ê Tîrmehê saet 02:00, balafirên şer Dola Şive ya li herêma Avaşînê û saet 13:00 jî girê Heqarî yê li herêma Metîna bomberdûman kirin.

Heman rojê saet 12:00, balafirên şer bombe li mintiqeya Gundikremo ya herêma Cûdî ya Şirnexê barandin."

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.