Spaha pasdaran ji Cotkarên deverên sînorî re gotiye lazime ji wan deveran derkevin.
Di rojên derbasbûyî de hijmarek ji berpirsên spaha pasdaran ya Îranê li devera Hac Omeranê ji Cotkar û şêniyên deverê re gotine ku lazime heta 2 km ji deverên nêzî sînor dûr bikevin.
Li gor gotinên Cotkarên deverê, spaha pasdaran ji wan re gotiye ku Îran bi hinceta parastina sînorên xwe û ewlekariya sînoran, daxwaz dike ku Cotkarên deverê 2 km ji deverên sînorî dûr kevin.
Spaha pasdaran herwiha 72 seat dem ji Cotkar û xwedan sewalên deverê de diyar kiriye daku ji deverê dûr kevin û ev biryara Îranê jî devereke berfire ku dirêjahiya vê 10 km û paniya vê jî 2 km vedigre.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin