Di nava 2 rojan de 204 penaber xeniqîn

piraniya wan li Behra spî hatine xeniqîn
کوردستان TV
100%

PeyamaKurd- Rêxistina Koçkirinê ya Navnetewî ragihand ku di van her du rojên dawî de, tenê di Behra Spî de 204 penaber xeniqîne.

Li gor nûçeyeke paeyama kurd Rêxistina Koçkirinê ya Navnetewî di derbarê rewş û rêwîtiya penaberan de daxuyaniyeke nivîskî da. Di daxuyaniyê de xalên balkêş hene. Li gorî rêxistinê, tenê di sala 2018an de di Behra Spî de ji 1000î zêdetir penaber xeniqîne.

Hêzên ewlekariya Salihê ya Libyayê jî ragihand ku îsal bi hezaran penaberî xwestine ku ji Libya derkevin û herin Ewrûpayê. Ji van penaberan herî kêm 10 hezar jî wan nehiştiye ku herin.

Rêxistina Koçkirinê ya Netewên Yekbûyî jî ragihand ku îro li nêzîkî Trablûsê keştiyeke penaberan xerq bûye û 41 penaber hatine xilaskirin. Roja înê jî keştiyeke wiha xerq bûye û di keştiyê de tevî 3 zarokan tevde 103 kes xeniqîne.

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.