Peymana penaberan hikûmeta Almanyayê rastî kêşeyan kir

jiber rêkeftina koçberan mimkune hikûmeta almanya were hilweşandin
کوردستان TV
100%

Wezîrê navxwe dev ji karê xwe berda.

Piştî ku li Yekîtiya Ewrûpayê, Almanya jî tê de, 14 welatan Peymana Koçberan a Yekîtiya Ewrûpayê qebûl kir, hin sîyasetmedarên wî welatî nerazîbûna xwe diyar kirin.

Li gor endamên Partiya Sosyalîst a Filehan(CSU) wezîrê karên navxweyî, Horst Seehoferî niyet heye di sê rojan de nameyekê ji bo partiya xwe û hikûmetê bişîne û diyar bike wî dest ji karê xwe berdaye.

Li gor çavkaniyên ji partiyê ji bo lihevkirinê wezîr dê sê rojan xwe bigire.

Li gor peymana Almanyayê îmze kirî koçber dê li welatê xwe bên vegerandin. Li welatê koçberan ji bo wan navend dê bê çêkirin. Welatên dilxwaz dê alîkariya wan navendan bikin.

Rêxistina Koçberiyê ya Neteweyên Yekbûyî eşkere kiribû: Par(2017) jimara wan kesên ji ber şer û tûndkariyê mecbûr mane ku ji warê xwe koçber bibin bûye 68.5 milyon.

Jimara wan kesên par bûyîn koçber 2.9 milyonan ji pêrar(2016) zêdetir e.

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.