Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî derbarê rewşa mafên mirovan li Sûriyê de raporek weşand. Di raporê de tê gotin ku binpêkirin û destdirêjî li herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de di asta herî jor de ne.
Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekûbyî têkildarî rewşa mafên mirovan li Sûriyê raporeke weşand. Di raporê bal hat kişand ser binpêkirinên mafên mirovan ên di meha Hezîranê de li bakurê Sûrî û bi taybetî li Efrînê pêk hatiye.
Komîseyê di raporê de destnîşan kir ku herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk de rastî gelek binpêkirinan tên û got ku binpêkirin û destdirêjî li herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de di asta herî jor de ne.
Li gorî raporên ku ketine destê komîseriyê, piraniya çeteyên Tirkiyê di bingeh de diz, qaçaxcî û bazirganên narkotîkê ne.
Di raporê hat destnîşan kirin ku rojane raporên binpêkirinan ji herêmên mîna Ezaz, Bab û Cereblusê tên, lê yên herî zêde jî ji Efrînê derbarê desteserkirina malên welatiyan de ne.
Di raporê de tê gotin ku çete û malbatên wan ên ji Idlib, Xûtaya Rojhilat, gundewarên Humsê û Hemayê hatine destdanîne ser malên şêniyên Efrînê û dema şênî vedigerin jî malên wan nadin wan.
Di derbarê çûn û hatina sivîlan de jî di raporê de hate gotin ku bi navê "qadên ewlehî" de, ji aliyê Ceyş El-Îslam û Feyleq El-Rehman ve Efrîn hatiye dabeşkirin, lewre heyanî ku sivîl ji kolanekê biçin ya din divê destûrê ji noqteyên kontrolê yên artêşa Tirk bigrin.
Dîsa, bi bihaneya endamên YPG-YPJ ne, li ser noqteyên kontrolê jinan binçav dikin û heya niha cihê piraniya kesên hatine binçavkirin ne diyar e.
Her wiha di raporê de hate diyarkirin ku rojnamevan û çalakvan jî rastî êrîş û êşkenceyên hovane yên çeteyan tên.
Komîseriyê teqez kir ku divê dewleta Tirk û çeteyên wê rêz ji pîvanên mafên mirovan ên navnetewî re bigrin û wan bin pê nekin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin