Amerîka welatiyên xwe hayedar dike

amerîka dibêje rewşa Tirkiyeyê ne goncawe
کوردستان TV
100%

Dibêje li Tirkiyeyê girtinên keyfî hene.

Wezareta derve ya Amerîkayê daxuyaniyek weşand û têde welatiyên Amerîkayê yên ku dixwazên serdana Tirkiyeyê bikin huşiyar kiriye.

Di daxuyaniya wezareta derve ya Amerîkayê de behsa vê yekê tê kirin ku ev daxuyanî berdewama ew daxuyaniyê ye ku di destpêka sala 2018an de hatiye weşandin û em daxwaz ji wan welatiyên Amerîkayê yên ku dixwazên serdana Tirkiyeyê bikin, careke din hizra xwe bo vê serdana li ber çavan re derbas bikin.

Jiber ku li Tirkiyeyê hîn jî girtinên bikeyfî hene û li cêyên torîstîkî jî torîst him ji aliyê xelk ve û him jî ji aliyê hikûmetê ve rastî astengiyan tên.

Di daxuyaniya han de behsa vê yekê hatiye kirin ku navê Tirkiyeyê di nava lîsta wan welatan deye ku di nava pola çaran de cê digirin û ev pola han jî wateya vê ewe ku ew welatên han bo serdan û torîzimê ne welatên goncawin.

 

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.