Jiber êrîş û gefên DIŞIê tevahiya polîsan ketine amadebaşiyê.
Di vê derbarê de Peyamnêrê Kurdistantv yê li Kerkûkê diyar kir ku îro înê, bi fermanda Fermandariya giştî ya polîsên Kerkûkê, tevahiya hêzên polîs yên Kerkûkê ketine amadebaşiyê.
Her di vê derbarê de jêderek ji polîsê Kerkûkê jî ji Kurdistantv re diyar kiriye ku jiber êrîş û gefên DIŞIê yên bo êrîş kirinê ferman ji me re hatiye kirin û tevahiya çekên xwe yên giran jî amade û li cêyên goncaw bicîh bikin.
Herwiha Peyamnêrê me ev yek jî anî ziman ku li gel amadebaşiya hêzên polîs de hijmareke zêde tirimbêlên leşkerî yên Îraqê jî ji Kerkûkê vekêşane û ber bi Bexdayê ve çûne.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin