Bi merasimeke fermî li Vatîkanê bû Kardînal.
Qeşeyekî Kurd yê şêniyên Zaxoyê yekem kese ji wan 14 kesan ku ji aliyê Vatîkanê ve bo destnîşan kirina Papayê hatiye destnîşankirin.
Ew Qeşeyê Kurd ku navê vî Mar Louis Rofaêlê yekeme di sala 1948an li Zaxoyê jidayik bûye, sala 1974 weke Qeşe li Mûsilê hatiye destnîşankirin.
Nav hatî xwedanê du doktoraye, ku ji zanîngehên Roma û Sorbuna Frenseyê wergirtiye. Yek ji wan doktorayên vî li ser fêqha îslamiye.
Qeşeyê Kurd îsal ji aliyê civata Vatîkanê ve bo destnîşan kirina Papa piştî mirina Papayê, weke yekem kes ji wan 14 kesan ku vê papayê diyar bikin hatiye destnîşankirin.
Îro li Vatîkanê jî bi merasimeke fermî, ew Qeşeyê Kurdistanî bi fermî weke Kardînal hat hilbijartin. Kardînalî jî mezintirîn pileye piştî Papayê.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin