Sê rojên din temena parlementoya Îraqê bi dawî dibe

mimkune dema kar kirina parlementoyê were dirêjkirin
کوردستان TV
100%

Hin alî hewl didin ku temena parlementoyê dirêj bikin.

Li gor zagonên Îraqê vê di 31ê Hezîranê de dawî bi dema qanûnî ya xola parlementoya Îraqê were.

Her çend hilbijartinên parlementoyê jî di 12ê meha 5an de hatibûn kirin lêbelê heta niha aliyên Îraqî li ser çawetiya avakirina hikûmetê lihev nekirine.

Di vê derbarê de Serokê parlementoya Îraqê Selîm Cibûrî diyar kir ku vê sê rojên din temena qanûnî ya parlementoyê bi dawî dibe û eger parlemen temena xwe dirêj neke vê roja şemiyê dawî bi xola parlementoyê were.

Li Îraqê encamên hilbijartinan dubare tên hijmartin û eger heta şemiyê ev proses bidawî nebe mimkune temena parlementoyê were dirêjkirin.

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.