Hevseroka HDPê Perwîn Buldan li ser pêgeha xwe ya li twitterê peyamek weşand û behsa vê yekê kir ku wezîrê navxwe yê Tirkiyeyê gef li vê kiriye.
Perwîn Buldan li ser twitterê nivîsandiye: Wezîrê navxwe yê Tirkiyeyê Suleyman Soylu li min geriya û gef li min kir û got: Berpirsiyarê bûyerên Dogubayezîdê HDPe ye.
Buldan herwiha nivîsandiye ku em bi ti awayî rê nadin partiyek ku zêdetir ji 6 miliyon dengan bidest xistiye bi wan têştan were tawanbarkirin.
Buldan herwiha nivîsandiye ku ne hedê Soyluye ku gefan li min anjî partiya min bike û lazime her kes hedê xwe bizanibe.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin