Mesrûr Barzanî: Lazime dosyeya ewlekarî ya deverên Kurdistanî yên derveya îdareya Kurdistanê bihemahengiya tevahiya aliyên têkildar were îdarekirin.
Îro Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzan li gel Cîgirê Fermandarê hêzên hevpyemanan li Îraq û Sûriyeyê General Walter Piatt û şandeke pê re kir.
Di civînê de giftûgo li ser pêşhatên dawiyê yên li deverê, pêşde birina zêdetir ya mekanîzma hemahengiya navbera hêzên têkildar û rûbrû bûna metirsiyên teror û terorîzimê hate kirin.
Di berdewamiya civînê de Mesrûr Barzanî hevdem li gel tekez kirin li ser girîngiya normal kirina rewşa deverên Kurdistanî yên derveya îdareya Kurdistanî, hevkariya zêdetir ya hêzên pêşmerge bo pêşî girtin ji lêv û tevgerên terorîstan û rûbirû bûna metirsiyên terorîstan, beha vê yekê jî kir ku lazime dosyeya ewlekarî ya deverên Kurdistanî yên li derveya îdareya Kurdistanê bi hemahengiya aliyên têkildar were birêvebirin.
Li hember de jî General Walter Paitt hemahengiya navbera hêzên pêşmerge di şerê dijî terorîstan de bilind nirxand û tekez kirk u hêzên hevpeymanan di warê hevkarî kirin û perwerde kirina hêzên pêşmerge de berdewam dibin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin