Serokwezîrê Kurdistanê û Joseph Votel civiyan.
Îro li Hewlêrê Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya şandeke Amerîkî bi Serokatiya Fermandarê giştî yê Fermandariya navendî ya hêzên leşkerî ya Amerîkayê General Joseph Votel kir.
Di civînê de ku hijmareke rayedarên leşkerî û Konsulusê Amerîkayê yê li Hewlêrê jî têde beşdar bûn, rewşa siyasî û ewlekarî ya deverê û Îraqê hate nirxandin û her du alî derbarê pêngavên ku vê piştî hilbijartinên Îraqê werin avêtin nêrînên xwe diyar kirin û balkêşandine ser bandora Kurd di prosesa ava kirina hikûmeta nû ya Îraqê de.
Di beşeke din ya civînê de her du alî tekez li ser pêdiviya dom kirina hemahengiyên leşkerî yên di navbera hêzên pêşmerge, hevpeymanan û Îraqê de kirin bi taybetî di ware nehêştina paşmayiyên DIŞIê de.
Di beşeke din ya civînê de şanda Amerîkî tekez li ser vê yekê kir ku hevkariyên leşkerî yên Amerîkayê yên bo pêşmerge berdewam dibin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin