Îro yekşem 24ê meha Hezîranê li Tirkiyeyê porsesa dengdanê bo hilbijartinên pêşwext yên parlemen û Serokkomariya vê welatî destpê kir.
Prosesa dengdanê di seat 8ê sibê de destpê kir û vê heta seat 5ê êwarê jî bidome.
Di vê hilbijartinê de vê dengderên Tirk hem parlementerên xwe hilbijêrên û him jî kesek weke Serokkomar hilbijêrên.
Bi giştî 7 partiyên siyasî ku şeş ji wan di nava du hevpeymaniyan de cêh digirin û HDPê jî ku bi serê xwe ye di hilbijartinan de beşdarin û 6 kesên din jî weke berbijêrên Serokkomariyê beşdarin.
Tê payîn ku îşev encamên destpêkê yên hilbijartinê ji aliyê komîsyonê ve werin ragihandin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin