Dibêje eger jinên DIŞIî neyên azadkirin vê wan bikuje.
Îro DIŞIê bi rêya pêgehên xwe li ser torên civakî peyamek weşand û di nava vê peyama han de daxwazek pêşkêşî hikûmeta Îraqê kir.
DIŞI di vê peyama xwe de wêneyên 6 kesên dîl nîşan dide û dibêje ew her 6 kes polîsên Îraqîne û bo azad kirina wan polîsan daxwaz ji hikûmeta Îraqê dikin ku tevahiya wan jinên ku bi tawana endambûna DIŞIê hatine girtin, azad bike.
DIŞI di beşeke din ya vê peyama han de sê roj dem bo hikûmeta Îraqê diyar kiriye û dibêje eger di nava wan sê rojan de tevahiya wan jinan neyên azadkirin vê ew her 6 polîsan bikuje.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin