Zextên rejîma Îranê li ser Kurdan zêdetir bûne.
Îdareya Îtilaata bajarê Bokanê çalakvanê çandí è Kurd gazî kirin û gef jê xwarin.
Li gorî rapora ku gihaye Ajansa “Kurdpa”yê, Berpirsê navenda hînkirina zimanê Îngilîzî û Kurdí ya “Beyan” Emîr Piyade” ji bo îdareya îtilaata bajarê Bokanê hatibû gazîkirin û lêpirsîn jê kirbûn.
Li gorî gotina yek ji kesên nîzîk bi vî çalakvanê Kurd hêzên îdareya Îtila`atê roja derbazbûyî ji riya telefonê ve digel navbirî pêwendî digirin û ji vî daxwaz dikin da ku demjimêr 5è îvarê ev dibe xwe ji bo îdareya îtila`ata bajarê Bokanê bide naskirin.
Herwiha vê çavkaniyê daye zanîn ku: “Emîr Piyade” ji bo heyama 2 demjmêran ji aliyê hêzên îtila`atê ve lêpirsîn jê hatiye kirin, û herwiha gef jî jê hatiye xwarin.
Vî çavkaniyê zêde jî kir ku: Hêzên îtila`atê piştî wergiritina qewla nivîskî ji vî çalakvanê çandí yè Kurdî ev azad kirine.
Li gorî gotina vê çavkaniyê, hêzên îtila`atê ji vî çalakvanî çandí yè Kurd re îlan kirine ku navbirî dibe xwe ji axavtina digel medyayan di vê derheqê de biparêze û xwe bêdeng bike.
Ji aliyeke din ve çalakvanê çandî ê Kurd yê bi navê “Nûrmihemed Nadirî” naskirî bi (Erdelan Efşar) temen 55 salî xelkê bajarê Şîrwan a ser bi parêzgeha Xorasanê, ji aliyê hêzên îtila`ata hikûmeta Îranê ve hate binçavkirin, û ji bo derbazkirina heyama hepsê ku jê re birîne, bo girtîgeha bajarê Bîrcendê şandine.
Ev çalakvanê çandî yê Kurd, bi tometa “têkdana bîr û boçûnên giştî, bangeşekirina xelkê ji bo serîhildan û şoreşê li dijî hikûmeta Îranê, pêwendî digel Kurdên bajarê Urmiyê, pêwendî digel Partiyên Kurd yên opozisyon û hewldan ji bo rakirina xelkê ji bo şoreşê, û pêwendîgirtina digel Kurdan ji riya muzîk û stranên Kurdî” yek sal cezaya hepsê jê re birîne.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin