Jiber PKK û artêşa Tirkiyeyê şêniyên deverê aware dibin

her sal rewşa şêniyên wan deveran ewe
کوردستان TV
100%

Jiber êrîş û operasiyonên Tirkiyeyê bo ser deverê şênî awareyên cêyên din dibin.

Di vê derbarê de şêniyên deverê di daxuyaniyên cuda cuda de bo Kurdistantv diyar kirin ku ev demeke êrîş û operasiyonên artêşa Tirkiyeyê bo ser gerîlayên PKKê li Qendîl û çend deverên din destpê kirine û ew êrîş û operasiyonên han jî bûne sedema gehandina zirarên mezin bi şêniyên wan deveran.

Li gor gotinên şêniyên wan deveran, jiber êrîşên asmanî yên artêşa Tirkiyeyê û herwiha operasiyonên leşkerî bo ser gerîlayên pkkê li deverê de, şêniyên wan deveran rastî zirarên mezin yên madî hatine û neçar bûne bo parastina canê xwe dev ji mal û milkên xwe berdin û berê xwe bidin deverên din.

Li gor daxuyaniyên wan, heta niha beşeke mezin ji şêniyên deverê bi taybetî yên quntarên Qendîlê, bax, mal û milkên xwe bicêh hêştine û berê xwe dane deverên din.

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.