Sekreterê Giştî yê NATO’yê Jens Stoltenberg bo tifaqa leşkerî piştgirî xwest.
Stoltenberg da zanîn ku ti kes nikare tifaqa NATO heta hetayê misoger bike, lê got ku ‘’Ez bawer dikim ku em dikarin berevaniya vê tifaqê bikin’’
Jiber bazirganî, guherîna îqlimê û peymana navokî ya bi Îranê re di navbera Amerîka û Ewrûpa de nakokî çêdibin.
Stoltenberg li Londonê da zanîn ku ew dibînin ku hin peywendiyên Amerîka û Ewrûpa qels bûne lê ‘’domandina hevkariya Transatlantîk bo berjewendiya wan e.’’
Stoltenberg diyar kir ku jiber teror, belavbûna çekên koman dikujin û êrîşên înternetê li seranserê cîhanê ewlekarî kêm bûye.
Stoltenberg da zanîn ku divê saziyên pirneteweyî werin parastin û dîyar kir ku divê ew alîgirê pergala bi hiqûqa navneteweyî bin.
Sekreterê Giştî yê NATO got ku tevî ferqên di navbera Amerîka û Ewrûpa de jî, NATO yekîtiyê çêdike û wan berê jî li hember parçebûnê yekîtî parastiye.
Voa
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin