Jeneralekî payebilind Amerîkî ji bajarê Minbicê got ku ew ê li Minbicê bimînin û ewlekariya wê ji her xeteriyan biparêzin.
Şandeyek ji fermandarên Amerîkî ku di nav de Fermandarê Hêzên Amerîkî li Rojhilata Navîn Jeneral Joseph Votel û Alîkarê Wezîrê Parastinê yê Amerîka Jean Rudd ji bo şopandinê hatin Minbicê. Endamên şandeyê li gel şandeyek Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê û gundewarên wê û fermandarên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê li nav bajarê geriyan.
Li gor nûçeyeke ajansa ANHA Joseph Votel ji welatiyan rewşa ewlehî ya bajar pirsî. Dukanderekî bersiva pirsa Joseph Votel da û got, "El-Hemdullah, Minbicê bi ewle ye, lê rastî gefan tên, armanc jê derxistina tevlihviyê ye û têkbirina ewlehiya bajar e, bi giştî rewş di nava bajar baş e û aram e."
Joseph Votel, ji şêniyan re diyar kir ku ku ew ê li Minbicê bin û wê ji her xeteriyan biparêze..
Herdû di van kêliyan de li avahiya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê û gundewarên wê civînek ji çapemeniyê re girtî lidar xistine.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin