Fermandarê Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) General Joseph Votel îro çû bajarê Minbicê û ligel karbidestên sîvîl û leşkerî yên xwecîhî kom bû.
Li gor nûçeyeke dengê Amerîkayê Berdevkê Koalîsyona dijî DIŞIê Kolonel Sean Ryan diyar kiribû ku hêzên Amerîka û Tirkiyê li dora Minbicê ji hevdu cihê digerin.
Wî dabû zanîn ku ewê leşkerên Tirk nekevin hindurê wî bajarî.
Votel piştî civînên xwe yên li gel rayedarên sivîl û leşkerî yên Minbicê, derket nava bajar û di nava kolanên bajar de geriya û ji şêniyên vê bajarê behsa rewşa wan û rewşa bajarê wan kir.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin