DIŞI dîsa kete nava Riyazê

DIŞIê çalakiyên xwe li deverê zêdetir kiriye
کوردستان TV
100%

Bajarokê Riyazê li Başûrê Kerkûkê ye.

Peyamnêrê Kurdistantv yê li Kerkûkê diyar kir ku îro danê sibê hijmareke zêde ji çekdarên DIŞIê dîsa ketine nava bajarokê Riyazê ya li Başûrê Kerkûkê.

Li gor zaniyariyên peyamnêrê me, DIŞIê piştî ku ketina nava bajarokê tevahiya rêyên hatûçû yên vê bajarê kontrol kirine û li mizgefta bajarokê nimêj kirine.

Piştî dagîr kirina wan deveran ji aliyê çekdarên şîi û artêşa Îraqê piştî îxaneta 16 Cotmehê, rewşa ewlekarî ya wan deveran têk çûye û çekdarên DIŞIê gelek bi asanî tev digerin.

 

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.