Êrîşên artêşa Tirkiyeyê bûne sedema dilgiraniya welatiyan.
Peyamnêrê Kurdistantv li devera Sîdekan ragihand ku îro careke din balefirên şer yên Tirkiyeyê êrîşî ser pêgehên pkkê li derdorê çiyayê Şekîf û derdorê kirine.
Peyamnêrê me diyar kir ku di çarçoveya bordimana han de çiyayê Şekîf, geliya mala mela û talistaniyan bi tundî hatine bordimankirin.
Her çend heta niha derbarê zirar û ziyanên êrîşên han de ti zaniyarî nehatine weşandin lêbelê şêniyên wan deveran bêzar bûne û daxwaza rawestandina êrîşên artêşa Tirkiyeyê û herwiha dûr ketina pkkê ji cêyên xelkê sivîl dikin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin