Penaberên Sûrî beşdarî di hilbijartinên Tirkiyeyê de dikin

zêdetir ji 30 hezar penaberên sûrî li Tirkiyeyê deng didin
کوردستان TV
100%

Serokwezîrê Tirkiyeyê dibêje penaberên Sûriyeyê jî dikarin dengê xwe bidin.

Serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yildirim diyar kir ku di hilbijartina 24’ê Hezîranê de dê 30,000 Sûriyên ku bûne welatiyên wan deng bidin.

Li gor daneyên Wezareta Navxweyî yê Tirkiyê, ku herî dawî di 7’ê Hezîrana 2018’an de hatine nû kirin, li Tirkiyê di statuya ‘’berevanîya demkî’’ de 3,579,254 Sûrî dijîn.

Ji van Sûriyan 1,922,767 kes temenê wan ji 18 zêdetir e.

Ji bajarên Tirkîyê, Sûrî herî zêde li Stenbolê ne ku li wî bajarî 561,615 kesên ji Sûriyê hatine dimînin.

Piştî Stenbolê, Riha bi 475,800 Sûrî, Hatay 443,837 Sûrî û Entab jî bi 383,260 Sûrî tê.

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.