Qasim Şeşo: Bingeheke serbazî li ser çiyayê Şingalê tê danîn

pêştir jî Amerîka binkeyeke leşkerî vekiriye
کوردستان TV
100%

Fermandeyekî Pêşmerge dibêje, dê bingeheke serbazî ya mezin li ser çiyayê Şingalê were danîn û dê Pêşmerge jî di wê bingehê de be.

Fermandeyê Pêşmerge li ziyareta Şerfedîn ya Şingalê, Qasim Şeşo ji BasNewsê re got, me bihîstiye ku hêzên Amerîkî û Iraqî li ser danîna bingeheke serbazî ya mezin li ser çiyayê Şingalê gotûbêj dikin. Eger tiştekî wisa pêk were gelekî baş dibe çimkî Pêşmerge jî dê tevlî wê hêza hevbeş bibe.

Qasim Şeşo her wiha got, helbet me tenê bihîstiye çimkî heta niha tiştekî fermî li ser vê mijarê ji me re nehatiye gotin.

Wî fermandeyê Pêşmerge da zanîn, piştî hatina hêzeke Amerîkî bo Şingalê, niha hêzeke Brîtanî jî li Şingalê bicîh bûye û got, heta niha ew bi fermî nehatine ba me. Lê em rojane wan dibînin.

Qasim Şeşo da xuyakirin ku eger tiştekî wisa hebe wê çaxê tê wê wateyê ku rêkeftina sê alî di navbera Iraq, Amerîka û Herêma Kurdistanê de hatiye kirin û got, jixwe bo danîna bingeheke wisa li ser çiyayê Şingalê rêkeftinek wisa pêwîst dike.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.