Artêşa Sûriyeyê: Amerîka li me xistiye

sûriye dibêje amerîka êrîşê me kiriye lê amerîka red dike
کوردستان TV
100%

Medya dewleta Sûrî îro duşemê ragihand ku balefirên koalîsyona bi pêşengîya Amerîka li xaleke artêşa Sûrî ya li rojhilata welêt xist û bû sedema kuştin û birîndaran, lê leşkeriya Amerîka ew îdia red kir.

Medya dewletê ji zarê ji jêderekî leşkerî ragihand ku êrîş li el-Harra ya başûrê rojavayê bajarokê Elbu Kamal qewimî, lê ti hûrgilî ser qurbaniyan neda.

Fermandarekî ji hevalbendiya bo piştgirîya hikûmeta Sûrî ji Reutersê got ku “îhtîmal e ku Amerîkîyan” xalên komên Îraqê û ya artêşa Sûrî li navbera Elbu Kamal û Tanf bombe kiribin.

Serdar Major Josh Jacques ji Fermandariya Navendî ya Amerîkî (CentCom) jî ji heman ajansê re got ku koalîsyona bi pêşengiya Amerîka ti êrîş li nêzî Elbu Kamal nekirine.

Voa

 

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.