Di nava sê rojan de herî kêm 21 bûyerên tirafîkê qewmîne.
Birêveberatiya tendirostiya Dihukê daxuyaniyek weşand û têde behsa vê yekê kir ku di nava sê rojên cejna remezanê de li seraserê Parêzgeha Dihukê de bi giştî 21 bûyerên tirafîkê qewmîne.
Li gor daxuyaniya han, jiber wan bûyerên tirafîkê, 9 welatî canê xwe ji dest dane û 9 welatiyên din jî birîndar bûne.
Di beşeke din ya daxuyaniya han de hatiye nivîsandin ku her di nava wan sê rojên cejnê de bi giştî 12 hezar û 184 kes jî jiber sedemên curbicur serdana nexweşxaneyên Dihukê kirine.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin