Balyoza Niyazpakiyê ya UNESCOyê Angelina Jolie piştî serdana xwe ya kampên Mûsilê îro 17ê Hezîranê li Duhokê serdana kampa Domîzê jî kir.
Balyoza Niyazpakiyê ya UNESCOyê Angelina Jolie ragihand, ku dê roja Sêşemê amarên nû yên derbarê koçberan de werin ragihandin û got, ku her diçe koçber di rewşên xiraptir de dijîn.
Balyoza Niyazpakiyê ya UNESCOyê Angelina Jolie îro serdana Kampa Domîzê ya li parêzgeha Duhokê kir.
Jolie di dema serdana xwe de civîneke çapemeniyê saz kir û got: “Ev rojeke cejnê ye ez li vê derê me, ji gelê Iraqê û gelê Sûriyê re hêviya rojên xweş dixwazim.”
Angelina Jolie da zanîn, ku ew jib o beşdarbûna Roja Cîhanî ya Penaberan hatiye Iraqê û got: “Roja Sêşemê dê UNHCR amarên nû yên derbarê koçberan û herwiha dema mayîna wan a di koçberiyê de ragihîne. Ew ji hemûd eman zêdetir di rewşeke xirab de ne. Hevdem dibe çareseriyên siyasî bi temamî kêm bin, ku ev dibin sedem alîkariyên mirovî negihin koçberan.”
Balyoza Niyazpakiyê ya UNESCOyê da zanîn, ku di 6 salên derbasbûyî de ev cara sêyemîn e serdana Kampa Domîzê dike, ku piraniya nîştecihên kampê jin û zarok in.
Jolie got: “Koçberên kampê ji ber şer di jiyaneke bêhêvî de dijîn û nikarin vegerin malên xwe. Her sal jî bidestxistina pêwîstiyên wan ên ji bo debara jiyanê zehmetir dibe. Vê sibê min du jin dîtin ku hevjînên xwe jidest dane. Pêwîstiya wan bi hevkariya tendirûstiyê heye û niha divê zarokên xwe xedî bikin ku pêwîstiya wan jî bi hevkariya pizîşkî heye.”
Herwiha Angelina Jolie da zanîn, ku par UNHCR karî bersivê bide ji %50 yê pêwîstiyên koçberên Sûriyê lê îsal tenê %17ê pêwîstiyên wan hatine terxankirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin