Li Kurdistanê jî dengdana welatiyên Tirkiyeyê destpê kir

zêdetir ji 2 hezar û 500 welatiyên Tirkiyeyê mafê dengdanê heye
کوردستان TV
100%

Nêzî 2 hezar û 500 kesan mafê dengdanê heye.

Di çarçoveya dengdana derveya Tirkiyeyê ya bo hilbijartinên parlementoya Tirkiye û Serokatiya Tirkiyeyê de, îro li Kurdistanê jî dendana welatiyên Tirkiyeyê destpê kir.

Di vê derbarê de Konsulusê Tirkiyeyê yê li Hewlêrê Hakan Karacay diyar kir ku di seat 9ê sibê de dengdan destpê dike û heta 9ê şevê berdewam dibe.

Karacay herwiha daxwaz ji welatiyên Tirkiyeyê yên ku li Kurdistanê ne kir daku biçin ser sendoqan û dengê xwe bidin.

Karacay herwiha eşkere kir ku li gor amarên berdest nêzî 2 hezar û 500 welatiyên Tirkiyeyê li Kurdistanê ne û mafê wan yê dengdanê heye.

 

 

 

 

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.