Emar Hekîm rexne li hevpeymaniya Sedir û Amirî dike

dibêje ew hevpeymaî taifiye
کوردستان TV
100%

Serokê Şepêla Hikme Emar Hekîm, êrîşî hevpeymaniya di nav Muqteda Sedir û Hadî Amirî de kir û ew bi hevpeymaniyeke ''Taifî'' binav kir.

Li gorî nûçeyeke rojnameya Şerq Ewset"ya Siûdî, Emar Hekîm tevlî hevpeymaniya Sedir û Amirî nabe û dixwaze li şûna wê hevpeymaniyê, Hikûmeta dahatî ya Iraqê "Teknokrat be neku taifî be".

Hekîm derbarê rêketina Sedir û Amirî got: "Ew şaştî ye, ku em vegerin hevkêşeya kevin û li bendî encamên baştir bin. Hevpeymaniya taifî nikare Hikûmeteke niştimanî pêk bîne ku li gorî hêviya xelkê be".

Endamê Şepêla Hikme Mihemed Cemîl Miyahî, derbarê daxuyaniyên Emar Hekîm, ji rojnameya navhatî re got: "Mebesta Hekîm ji Hikûmeta niştimanî ew e, ku Hikûmetek ji hemû pêkhateyên Iraqê, ji Şî'e, Sune û Kurdan were pêkanîn".

Pênc hêzên şî'e li Iraqê kar ji bo pêkanîna Hikûmeta nû ya Iraqê dikin, heya niha jî tenê Sedir û Amirî lihev kirine.

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.