Du kesan ji xwecihên herêma Borno ya Nîcîrya bo ajansa Reuters dane xûyakirin ku di peqînekê de li herêma Bakûrê Rojhilatê Nîcîrya ku herêma Îslamîyên tundrê ye, peqînek pêkhatîye di encama peqînê de 31 kesan jiyana xwe ji dest daye.
Şahidên bûyerê dîsan dibêjin ku, peqîn li Damboa bingehê sereke yê Îslamîyên radîka pêkhatîye, bûyer şeva bûrî qewimîye.
Lê berpirs û mediya Nîcîrya dibêjin, herî kêm 34 kes hatine kuştin û 18 kes jî birîndar bûne, berpirsên herêmî dan zanîn ku cût peqîn di wî çaxî de pêkhatiye dema ku girseya gel ji temaşe kirina zindî ya lîstika Fotbolê vedigeran, ya di navbera Nîcîrya û Krwatiya(Croatia) de bû.
Voa
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin