Xwest torîstek ji mirinê rizgar bike.
Îro yekşem li devera Soranê jineke Ereb yaku bi mebesta seyranê hatibû deverê, kete nava ava rûbara Bersirîn.
Di dema vê bûyerê de ciwanekî Kurd yê ku şêniyê devera Soranê ye û navê wî Cebar Osmane xwe avtiye nava ava rûbarê û xwestiye ew jina Ereb rizgar bike.
Lêbelê ev ciwanê Kurd û jina Ereb her du bi hevre di nava avê de difetisên û canê xwe ji dest didin.
Hêzên hawar hatinê termê jina Ereb ji avê der xistine lêbelê terimê ew ciwanê Kurd hîn jî nehatiye dîtin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin