Civata wezîran peyamek pêşkêşî Kurdistaniyan kir.
Civata wezîran ya Kurdistanê bi minasebeta hatina cejna Remezanê peyameke pîrozbayî pêşkêşî misilmanên Kurdistan, Îraq û cîhanê kir.
Di peyamê de civata wezîran de hatiye nivîsandin ku civata wezîran pîrozbayiyên taybet pêşkêşî malbeta serfiraz ya şehîdan û pêşmergeyên qehreman dike.
Herwiha hatiye nivîsandin ku civata wezîran hêvî dike ew cejna han bibe sedema xêr û xweşiyê bo tavahiyan û handerê tevahiya aliyan be bo hewldanên cidî yên bi mebesta tebayî û yekrêzî ya bo bidest xistina aramî, aştî û xweşgozeraniyê bo gelê me.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin