Îraq: Ti hevkariyeke me li gel Tirkiyeyê tuneye

Ebadî bersifa daxuyaniyên rayedarên Tirkiyeyê li dor Qendîlê da
کوردستان TV
100%

Piştî ku wezîrê berevanî yê Tirkiyeyê Nûredîn Caniklî diyar kiribû ku vê Îran û Îraq jî bi germî pêşwaziya operasiyona leşkerî ya Tirkiyeyê bo ser Qendîlê bikin, îro Serokwezîrê Îraqê Heyder Ebadî di vê mijarê de helwesta Îraqê eşkere kir.

Serokwezîrê Îraqê Heyder Ebadî di presskonferansekê de diyar kir ku ti hevkarî û hemahengiya Îraqê bi Tirkiyeyê re tuneye û emê operasiyonê û rewşa deverê ji nêz ve bişopînin.

Ebadî herwiha diyar kir ku deverên ku PKK têde bicîh bûye deverên sext û asîne û hikûmetên berê jî nikarîne wan deveran kontrol bikin.

Ebadî herwiha tekez kir ku Îraq û Tirkiye bi ti awayî li ser operasiyona Qendîlê giftûgo nekirine.

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.