Heşda Şebî zêdetir ji 600 welatî wenda kiriye

hîn jî ti agehî ji wan nayên stendin
کوردستان TV
100%

Saziya lêbûrîna navnetewî raportek derbarê kiriyarên çekdarên Heşda Şebî de belav kir û di nava raporta han de behsa karesateke gelek mezin dike.

Di vê raportê de hatiye nivîsandin ku çekdarên Heşda Şebî di dema operasiyona kontrol kirina devera Seqlaiye de herî kêm 643 şêniyên vê deverê wenda kiriye û heta niha nediyare ka gelo çi biser wan welatiyan aniye.

Li gor raportê, ew welatiyên han di dema operasiyonên kontrol kirina Felûce û derdorê di sala 2016an de ji aliyê çekdarên heşda şebî ve hatine girtin û wendakirin û heta niha jî çarenivîsa wan nediyare.

 

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.