Wezîrê berevanî yê Tirkiyeyê Nûredîn Caniklî ji çapemeniya ser bi AKPê re derbarê operasiyona ser Qendîlê axevî û diyar kir ku bo lidar xistina operasiyona ser Qendîlê Tirkiye li gel Îranê gotûbêj kiriye.
Nûredîn Caniklî diyar kir ku Tirkiye ji Îranê re pêşniyar kir daku bi awayekî hevbeş li dijî gerîlayên PKKê li Qendîlê operasiyonê bikin û Îran jî ew pêşniyara han bi germî qebûl kiriye.
Caniklî herwiha eşkere kir ku hikûmeta Îranê piştgîriyeke bihêz dide operasiyona dijî Qendîlê lêbelê Bexda di vê warî de xwedan helwesteke cudaye û li dijî lidar xistina operasiyona Qendîl û her operasiyoneke dine ku di nava xaka Îraqê de were lidarxistin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin