Di encama bûyereke tirafîkê de 3 welatî canê xwe ji dest dan.
Di vê derbarê de rayedarên polîsê hatinûçûnê ya Dihukê, diyar kirin ku li ser rêya navbera Dihuk û Hewlêrê, li devera Qesrokê ya ser bi qezaya Şêxanê, bûyereke tirafîkê qewmiye.
Rayedarên polîs diyar kirin ku ev bûyer jiber lihev ketina sê tirimbîlan pêk hatiye û di encama bûyera han de 3 welatî canê xwe ji dest dane û sê welatiyên din jî birîndar bûne ku tevahiya wan endamên yek malbetê ne.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin