Çend kesên nenas kaxezên dengdanê li Bexdayê şewtandin.
Di çarçoveya aloziyên heyî yên li Îraqê de, îro li devera Resafe ya ser bi Bexdayê çend kesên nenas agir bi depoya kaxezên dengdanê berdan û tevahiya wan şewtandin.
Di vê derbarê de wezareta navxwe ya Îraqê diyar kir ku ev cêyê ku agir pê ketiye cêyê hilgirtina kaxezên dengdanê û hijmara dengên elektironîkî bûye û li gor zaniyariyên destpêkê, tevahiya wan hatine şewtandin.
Wezareta navxwe ya Îraqê diyar kir ku navenda herî mezin yaku deng têde dihatin parastin hat şewtandin û niha jî hêzên hawarhatinê dixwazên agirê kontrol bikin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin