Polîsê Silêmanî daxuyaniyek weşand û behsa girtina wan kir.
Îro birêveberatiya polîsê Silêmanî daxuyaniyek weşand û têde diyar kir ku piştî ku roja înê li Silêmanî jiber bûyereke teqe kirinê du welatî canê xwe ji dest dabûn û 3 welatiyên din jî birîndar bibûn, îro hêzên polîs karîne 6 tawanbaran binçav bikin.
Li gor daxuyaniya han ev 6 kesên ku hatine girtin her ew kesin ku destê wan di nava bûyerên roja înê de hebûne.
Di berdewamiya daxuyaniyê de hatiye nivîsandin ku ev tawanbar radestî dadgehê hatine kirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin