Yekem hevpeymanî li Îraqê hat ava kirin

mezintirîn hevpeymanî li Îraqê hat avakirin
کوردستان TV
100%

Muqteda Sedir bo ava kirina hikûmeta nû ya Îraqê li gel Elawî û Hekîm lihev kir.

Rêberê tevgera Sedir Muqteda Sedir , Emar Hekîm û Eyad Elawî, li ser pêkanîna hevpeymaniyeke berfireh di Parlamentoya Iraqê de lihev kirin.

Li gorî belgenameyekê, ku her yek ji nûnerên Hevpeymaniya Sairûn bi Serokatiya Muqteda Sedir û Şepêla El-Hikme bi serokatiya Emar Hekîm û Hevpeymaniya El-Weteniye bi serokatiya Eyad Ewlay, li ser wê îmze kirine, her sê lîste li ser pêkanîna hevpeymaniyekê û komkirina mezintirîn firakisyona piraniya niştimanî di Parlamentoya Iraqê de lihev kirine.

Her sê lîstan, çaksaziyên siyasî û aborî û rûbirûbûna gendeliyê kirine bingehek ji bo rêketina xwe û eşkere kirine, ku firakisyona wan, nêzîkî sed kursiyên parlamentoyê pêk tîne û ji bo ku hevpeymaniya wan bikaribe Hikûmeta nû pêk bîne, niha ew li benda lîstên Kurdistanî, da ku lihev bikin û ew jî tevlî wê hevpeymaniya berfireh bibin.

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.