Polîsê Silêmaniyê ragihand, şeva bihorî di du bûyerên teqekirinê de, du kes hatine kuştin û du kesên din jî birîndar bûne.
Li gorî daxuyaniya Polîsê Silêmaniyê, doh bi şev li taxa Wilobe ya bajarê Silêmaniyê di encama teqekirinê de welatiyê bi navê (K.I.Ş) ku ji dayikbûyê sala 1989ê ye, hatiye kuştin û kesek jî birîndar bûye.
Polîs ragihandiye, piştî ku hêzên wan gihîştine cihê bûyerê, termê kesê kuştî bo pizîşkiya dadê ya bajarê Silêmaniyê hatiye şandin û kesê birîndar jî bo Nexweşxaneya Hawarçûnê ya Silêmaniyê hatiye veguhastin.
Polîsê Silêmaniyê daye xuyakirin, herwiha li ser cadeya 60 metrî û li nêzîkî apartmanên Guwêje City bûyereke din a teqekirinê çê bûye.
Di daxuyaniya polîs de tê gotin, ku ji aliyê kesên di nav otomobîlekê de teqe li otomobîleke din tê kirin û di encama wê bûyerê de jî 2 kes birîndar dibin, ku bo nexweşxaneyê tên veguhastin.
Polîs dibêje, birîna yek ji wan birîndaran dijwar bûye û bi wê sedemê, welatiyê bi navê (P.R.I) ku ji dayikbûyê sala 1957an e, canê xwe ji dest dide.
Polîs ragihandiye, ku derbarê her du bûyeran de dest bi lêkolînê kiriye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin