Dadgehê biryara desteserkirina Necmedîn Kerîm da

dadgeh vê carê jî biryara girtina Nicmedîn Kerîm der kir
کوردستان TV
100%

Dijatî kirina Kurdan bi taybetî şêniyên Kerkûkê didome.

 Dadgeha Kerkûkê derbarê parêzgarê jikardûrxistî yê Kerkûkê Necmedîn Kerîm de biryara desteserkirinê da. Biryara Dadgeha Kerkûkê li ser Projeya Helo ya Kerkûkê ye û tohmeta sextebûna projeyê dixin stûyê Necmedîn Kerîm.

Herwiha di biryara Dadgeha Kerkûkê de ku dadger Sebah Mihemed biryara desteserkirina wî îmze kiriye, hatiye gotin ku dê dest deynin ser mal û milkê wî jî.

Dadger Sebah Mihemed heman ew dadger e ku hefteya derbasbûyî biryara desteserkirina Serokê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê Rêbwar Talebanî dabû.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.