Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê di Hevpeymaniya Navdewletiya Dijî DIŞIê Brett McGurk bi serdanekê gihîşte Minbicê.
Brett McGurk îro Çarşemî 6ê Hezîrana gihîşte bajarê Minbicê û serdana hêzên Amerîkayê yên li wê deverê kir.
Şanderê Taybet ê Serokê Amerîkayê herwiha serdana Encûmena Leşkerî ya Minbicê jî kiriye.
Ev yekemîn serdana şandeke siyasî ya Amerîkayê bo Minbicê, piştî rêkevtina Waşington û Enqerê li ser nexşerêyeke hevbeş bo vî bajarî, ye.
Serdana Brett McGurk bo Minbicê di demekê de ye, ku Amerîka û Tirkiye li ser nexşerêyekê derbarê bajarê navborî de li hev kirine.
Herwiha serdan piştî wê yekê tê, ku doh Sêşemiyê Fermandariya Giştî ya YPGê vekişîna şêwirmendên xwe yên leşkerî ji Minbicê ragihand.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin