Huşiyar Zêbarî dibêje du kes dixwazên prosesa hilbijartinê têk bibin.
Endamê mekteb siyasiya Partiya demokrata Kurdistanê Huşiyar Zêbarî li ser pêgeha xwe ya li facebookê derbarê rewşa siyasî ya Îraqê de diyar kir ku hin alî û derdor hewl bo vê yekê didin ku rewşa Îraqê ber bi nediyariyê ve bibin.
Huşiyar Zêbarî nivîsandiye: Her yek ji Heyder Ebadî û Selîm Cibûrî hewl bo vê yekê didin ku prosesa hilbijartinên Îraqê têk bibin û rewşa Îraqê ber bi nediyariyê ve bibin.
Zêbarî tekez li ser vê yekê kiriye ku ew du alî dixwazên bi fêde wergirtin ji boşatiya destûrî ya Îraqê berejwendiyên xwe bisepînin û bigehêjin armancên xwe.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin